Di folklora kurdî de qalib û şayes

Samî Tan

Dema ku mirov bala xwe dide berhemên zargotina kurdî, mirov rastî gelek qalib û şayesan tê. Ew qalib û şayes bi gelemperî ji nava suriştê hatine wergirtin, şibandina heyberên ji nava suriştê berê berînga bala mirov dikêşin. Bo nimûne dengbêj, bejna Nîgara Heso wiha dişayesîne: “kulîlka zêr a zer a nav bajêr (Antolojî, r.28)”

Yek jî yara xwe dişibîne karxezalê û wiha teswîr dike:

Herê xezal te çavreşê, çav moriyê

Ay xezal te porsorê xezal porqamîşê dora biyê xezal (Antolojî, r.46)

Her wiha mirov li gel taybetiyên xwe yên din, mêr bi hespê xwe jî têne nasandin û pesinandin, her wekî di destana “Kerû Kulik” de hatiye şayesandin:

“Lawo her heft xalên te wêrek û delodîn in,

Sorên wan çav hêşîn in,

Li rastan dixînin,

Li berjêran dimeşînin,

Li hevrazan dilezînin,

Dêlên hespên wan qamçî nin,

Nalê wana zêrîn in,

Mixê wana zîvîn in,

Çîpê wan qulingîn in,

Hêtê wana sefekîn in,

Simê wana kodîn in,

Hela bala xwe bidê

Guhê wana kevçîkî nin,

Pozê wana nerîn in,

Sîngê wana defên dewrêşîn in” (r.154).

Ev destan di gel çend çîrok û destanên din di berhema bi navê “Pênc Karîbar” de cih digire. Di kilamên dengbêjan de ev yek balê dikêşe. Em çend mînakan jî ji kilamên dengbêjan bidin:

Ehmedê Heso kekê Bedir, siwarê Kulî (Antolojî, r.28).

Ez rebena bavê Huznî me,
Ez ê bi delîla siwarê Beşo me (Antolojî, r.54).

Evdalê Zeynê, bavê Temo, dengbêjê oda Surmelî Memed Paşa, teyrê ser milê qîz û bûka, şairê riyê dinyayê, siwarê Gogerçîn e… (Antolojî, r.60).

Dengbêj derdê dilê xwe jî bi diyardeyên ji nava suriştê rave dikin.

derdê dila ra lê nabî, ra lê nabî, wele bi cemeda zozana, bi ava Bingolê lê hênik nabî (Antolojî, r.58).

Xuya ye ku dengbêjê vê kilamê torî ye, lewre ew li şûna “nabe” dibêje, “nabî”.

Evdalê Zeynikê qulingan wiha dide nasîn: quling reş in, serê baskê wan sipî ne, koka baskê wan bi nexş in. (Antolojî,r.61)

Îcar dên û bala xwe bidinê ka dengbêj Evdileyê Koçer bajaran çawa teswîr dike:

Le Entaba Helebê cihê weliya ye

Kora Bilîsê cihê şêxa ye

Deşta Mûşê ciyê feqiya ye

Kela Melazgirê kûranî aşa ye

Patnos textê paşa ye, meskenê çîlan û gewran û rindan û yeşîlbaşa ye

Lê Kirê Girîdaxê mexelê pezkoviya ye

Kosedax mîrê çiya ye

Serê Sîpanê Xelatê ciyê şehîd û xaziya ye,

Bihar e belekê berfê heliyan e li eteka Bilêcanê maye

Lê hey mala te şewityo Sûra Diyarbekir sertaca sûra ye

Siwêrekê li me anî koka feqîr û fuqara ye

Erzirma şewitî ciyê zozan û yayla ye, qişlew qawiş û qolordiya eskerya me tê da ye… (Antolojî, r.65)

Di şayesên wêjeya gelêrî de pirolekirin zêde ye, bo nimûne yek dibêje, “Usa çîl bû ku berf diçû mizgînîyê”, yekî din dibêje, “wele par vî çaxî min ê ramîsanekî ji canê xelkadelal kerem kiriye, ez ê hêna hêna qêmîş nabim hawû la tû kime erdê.” (Antolojî, r. 43)

Gelî cim’etê hûn şehdê hêsrên çavê kewa min a gozel gidî meha temûz û tebaxê aşê bê av lo lo ca digerîne. (Antolojî, r.40)

Herê qîza malxirawa çima qayê dilê te dikele lê weke sêla lê di hesinî. (Antolojî, r.37)

Lo lawiko mehrûmo malxirabo qey çiya li çiya dikin gazî,
Malxirabo te nê goştê canê mi xwariye, ji hestîkê mi çi dixwazî? (Antolojî, r.36)

Payiz e xelqê gulê xwe xwarin, gulê min tenê mabû hewar rû zinarê teyran lo kenarî asê. (Antolojî, r.34).

Dengbêj li şûna bibêje, “heta ku ez bimirim” dibêje, “Heta li ser singê min peya nebe melekê mewtê, nekeve qirka min xirîna mirinê lê lê” (Antolojî, r.31).

Evîndar û hezkirî her tim qenciya hev naxwazin, hin caran jî gazinan ji hev dikin, carinan jî hêrs dibin û nifiran li hev dikin.

Lê lê qede qurban wele mi bîstiye te di ser mi ra lê girtî yarek,

lê lê gede qurban eger ji mi çêtir e ser wî canî bimbarek

Eger ji mi xerabtir be bira bikeve mala bavê te wî kula Mûşê, jana Helebê

wî salê carek, ji dewara bimînewî yek dewarek,

Ji pez bimîne berx û karek

Ji însana bimîne lo yek tefalek

Ewî tefalî tefala qîzîn be,

Siwarê kûsiyê be

Rizqê wî li ser pişta xezalê be,

Bike neke ji pa ra negîjê

Li qûna çiyayê Qaf teyr lêxe bi pora bigre ji xwu re hilîne

Li qûna çiyayê Qaf deyne, ji xwa re li ber rûnîke hêdî hêdî çavê lo wî derîne (Antolojî, r.42).

Di berhemên gelêrî de li gel qalib û şayesan, gelek biwêj û gotinên pêşiyan jî derdikevin pêşberî mirov. Wekî mînak:

Xwekiriyan ray lê nabe. (gotina pêşîyan)

Kew bi xwe li darê ket, dar li kewê neket. (biwêj)

Bi qûnê ketî nava jajûnê. (biwêj)

Carinan mirov di berhemên wiha de rastî formên balkêş ên rêzimanî tê. Bo nimûne di berhema bi navê “Pênc Karîbar” de em rastî formeke balkêş a tewanga navdêrên nêr hatin. Her wekî tê zanîn navdêrên nêr bi awayekî têkûz bi alîkariya paşgira /-î/ ditewin. Her wekî

Şivanî nan xwar.

Şivan nanî dixwe.

Di hin devokan de ew /-î/ wekî /-i/ derdikeve. Her wekî;

Şivani nan xwar.

Şivan nani dixwe.

Ev form neketiye zimanê nivîskî. Îcar formeke din jî tewanga hundirîn e, di vê formê de peyvên ku tê de /a/ an jî /e/ hebin, ew denga kîteya dawîn a peyvê dadigere ser dengê /ê/.

Her wekî;

Şivên nan xwar.

Şivan nên dixwe.

Îcar di berhema navborî de em rastî varyanteke vê tewanga hundirîn tên. Di vê varyantê de dengê /a/ dageriyaye ser dengê /î/. Wekî mînak:

Wekî ez berpirsiyarê karwîn bim ça bêjim, gotî usa bibe. (r.22)

Mija rû erdê û esmîn im
Ez lawê Silêmîn im

Kurê Wardeka dîn im

Ez ji maleka xerab nîn im (r.155)

Li gorî vê fomê mînakên me yên li jor jî divê wiha bin:

Şivîn nan xwar.

Şivan nîn dixwe.

Me xwest di vê nivîsa xwe balê bikêşin ser qalib û şayesên zimanê gelêrî, ew qalib û şayes ne tenê ji aliyê zimên ve her wiha aliyê civakî ve jî awêneya civaka kurd in. Ev qalib û şayes ji berhemên hest û ramanên civakeke pastoral in, pirs ev e gelo hunermendên me çendî ji van sûde werdigirin û li gorî jiyan û taybetîyên civakeke bajarî reng û dirûvekî nû didin wan, li gel wê çendî dişên qalib û şayesên nû hilberînin? Bersiva vê pirsê jî bila bimîne ji nivîsê dahatûyê re.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir